KNK`ê daxwaza yekîtiya Kurdan li her 4 aliyên kurdistanê dike

Berpirsekî Kurd dide xuya kirin ku berê Rojhilata Navîn li guhertineke mezin e, ji ber vê yekê divê yekîtiya Kurdan li her 4 aliyên Kurdistanê bê avakirin. Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamus girîngî da banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo yekitiya Kurd. Di heman demê de, Karamus da zanîn ku her dem Rêber Abdullah Ocalan ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd kedeke mezin daye û li Rojavayê Kurdistanê pêngava yekemîn a yekîtiyê hat avêtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamus li ser banga yekîtiya Kurd wiha axivî : "Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kelecaneke mezin di nava gelê Kurdistanê û dostên Kurdan de çêkir."

Ahmet Karamus diyar kir ku bi ked û israra Rêber Abdullah Ocalan, KNK hat damezirandin. Niha jî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li tevahî Kurdistanê pêvajoyeke stratejîk daye destpêkirin.

 

Hevserokê KNK`ê: Berê Rojhilata Navîn li guhertinê ye

Karamus bal kişand ser girîngiya bangewaziyê û got:"

Di guherînên li Rojhilata Navîn û di pêvajoya diyalogê ya di navbera Tevgera Azadiyê û dewleta Tirk de, bangeke pir girîng e.

Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de cihekî taybet daye yekitiya Kurdan û pişterast kir ku divê gelê Kurdistanê di asta her çar parçeyan de yekitiya xwe çêkin."

 

Karamus konferansa li Rojava gaveke pîroz dibîne

 

Li Rojavayê Kurdistanê di 26’ê nîsana 2025’an de konferansek pêk hatibû û tevahî partî û rêxistinên Kurd ên her çar parçeyan beşdar bûbûn.

Karamus ev konferans wiha nirxand: "Me pêngava yekemîn li Rojavayê Kurdistanê dît. Em vê pêngavê pîroz dibînin. Pêwîste heman gav li parçeyên din ên Kurdistanê bê avêtin."

 

Karamus: Pêwîstiyeke mezin bi yekîtiya Kurdan heye

Ahmet Karamus xebatên KNK’ê yên ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd jî anî ziman û wiha domand: " Her endamek KNK’ê hewldanên dan û standina di gel hêz, partî, rêxistin û kesayetên Rojhilatî di dan û standinê de ye. Diyare dê guherînên mezin li Rojhilat çêbibin û ji bo vê jî pêwîstiyek mezin bi yekitiya Kurd heye." 

Ahmed Karamus qala rewşa Başûrê Kurdistanê jî kir û got ku lawazî heye û li gel derfetan jî bi erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî ranabin.

 

Hevserokê KNK`ê: Dijminê Kurdan ji yekîtiya wan ditirsin

 

Karamus destnîşan kir ku dema ew girîngiya stratejîk a yekitiyê dibînin, di heman demê de dijminê Kurdan jî vê yekê dibîne û got: Tişta dijmin jê ditirse yekitiya Kurdan e.

Astengiya sereke ya li pêşiya Kurdan hem dewleta Tirk, hem Îran, Iraq hem jî hêzên îslamîst û cîhadîst ên li Sûriyeyê ne, ji bo yekitî çênebe her tiştî dikin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24