Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê efûyek giştî ji bo endamên berê ji kar veqetiyane û tawanên giran nekirine derxist.
Ev efû ji bo hemû endamên wan ên ji ber sedemên cûrbicûr jê veqetiyane hatiye derxistin.
Li ser vê bingehê Fermandariya Giştî ev biryar dan:
1-Efûkirina tewanên revê yan jî qutbûna ji xizmetê, bi şertê ku endamê reviyaye di nav 45 rojan de ji roja biryarname derketiye ve, xwe teslîm bike.
2- Mafên endamên ji kar hatine derxistin heye ku ji bo vegera li ser kar serlêdanê bikin, bi şertê ku ew ji ber biryara dadgehê yan jî binpêkirina exlaqê giştî ji kar nehatibin derxistin.
3- Li dîjî kesê ku di nav dema jorîn de yê ku hatiye diyarkirin xwe radest bike, tu tedbîrên disiplînî yan cezayî nayê dayîn.