Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi peyamekê li ser platforma xwe ya Xˊê cejna malbatên qurbaniyan û civaka îslamê pîroz kir.
Mazlûm Ebdî di peyama xwe de got: "Cejna Remezanê li gelê Sûriyê, malbatên şehîdan, dîlgirtiyên me û ji bo tevahî civaka îslamê pîroz be."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di vê cejnê de fedekarî û berxwedaniya gel pîroz kir û wiha bi dawî kir:"
"Em soza xwe ji wan re nû dikin û rêwîtiya ber bi Sûriyeke aştî û rûmetê ve didomînin; Sûriyeke ku mafên hemû pêkhateyên xwe bi destûrî misoger bike, azadî û edaletê ji bo hemû welatiyên xwe garantî bike."