Malbateke ji koçberên Serêkaniyê agahî dan ku kurê wan Cûma El Izo û 3 sivîlên din dema ku çûne serdana Serê Kaniyê, ji aliyê "Polîsên Leşkerî" ve hatin girtin.
Malbata El Izo, anî ziman ku Cûma El Izo, Mehmûd Hobo û kurê wî Welat Hobo, Ehmed Qasim El Ewed li nêzî gundê Aliye yê Serê Kaniyê hatine girtin.
Her wiha malbata El Izo, diyar kir ku kurê wan û hevalên wî ji aliyê "Polîsên Leşkerî" yên Serê Kaniyê ve hatine girtin û radestî îstîxbarata Tirkiyê hatine kirine.
Malbatê, da zanîn ku her 4 sivîl derbasî Tirkiyê kirine û aqûbeta wan ne diyar e.