Li Sêweregê di êrîşa çekdarî de herî kêm 16 kes birîndar bûn

Li navçeya Sêweregê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, xwendekarekî bi çekê avêt ser dibistanê û di encamê de, 16 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan, xwendekarekî bi çekê avêt ser Lîseya Anadolû Teknîk û Pîşeyî ya Ahmet Koyûncû û gule li derdorê reşandin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de 10 xwendekar, 4 mamoste, 1 polîs û 1 karkerê dibistanê birîndar bûne, hin xwendekar jî dîl hatine girtin.

Têkildarî motîvasyona êrîşê, ti agahî bi dest neketin. Gelek polîs û tîmên tenduristiyê ji bo qadê hatin veguhestin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye