Bersûcên komkujiya 33`ê guleyan hîn ne hatiye darizandin

Di ser komkujiya di bin fermana Fermandariya Mustafa Mûglali de 82 sal derbas bûn. Fermandarê Artêşa 3emîn yê Tirkiyê Mustafa Muglali di 28`ê Tîrmeha 1943`an de li 33 gundiyên girêdayî navçeya Serav a Wanê bi hinceta sinor derbas kirine, alîkariya Rûsan kirine binçav dikin û wan bi awayekî komî dikujin.Xizmên 33 qurbaniya daxwaza hestiyên qurbaniya ku dibêjin li Geliyê Sefo ne kirin. Dîsa daxwaz kirin ku berpirsiyar bên darizandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Bi ser kuştina 33 gundiyên Seravê ku weke “Bûyera 33 Gule” jî tê zanîn 82 sal derbas bûn.

30`ê Tîmeha 1943`an de 33 gundiyên girêdayê navçeya Seravê ya Wanê bi hinceta ku ji Rûsan re alîkarî kirine ji aliyê fermandarê artêşa Tirk yê wî demê Mustafa Muglali ve bi awayeke komî tên kuştin.

Li ser fermana Muglali ew  33`ê gundî dibin Geliyê Sefo yê girêdayî koçkirina Jorîn a navçeya Qelqeliyê qetil dikin û cenazeyên wan li wir dihêlin.

 

Di bin navê `herêma ewlehiyê` de rastiyan vedişêrin

 

Di vê komkûjiyê de tenê gundiyê bi navê Îbrahîm Keklîk (Apê Brahîm) ji ber ku di bin termên gundiyên din de dimîne birîndar xelas dibe.

Ji wê Komkujiyê û wir ve Geliyê Sefo di bin navê `Herêma Ewlehiyê`de qedexe ye.

Xizmên gundiyên ku hatine qetilkirin jî gelek caran ji bo çûyîna Geliyê Sefo û hilgirtina hestiyên xizmên xwe serî li saziyên peywirdar dan, lê xwestekên wan tu carî nehatin qebûlkirin.

 

Mustafa Muglali hat parastin

 

Piştî wê komkujiyê Mustafa Muglali, Partiya Demokrat a wê salê bû desthilat, tê darizandin. Di encama darizandinê de Mûglali, berpirsiyarê komkujiyê hat dîtin û cezayê îdamê lê hat birîn.

Di vê darizandinê de leşkerên ku fermana Mûglali pêk anî û 33`ê gundî kuştin, sûcê Mûglali, derxisin holê.

Ji ber temenê wî cezayê li wî hatiye birîn daxistin 20 salan û dû re jî Dadgeha Bilind a Leşkerî ev biryar betal kir.Dadgehê Mûglali parast û nehişt ew bê girtin.

 

Malbatên 33 gundiyan daxwaza hestiyên xizmên xwe dikin

 

Di 1`ê kanûna 1951 de Mustafa Muglali bê ku were dadgeh kirin dimire. Ji wê demê şun de ji bo zelal kirina buyerê ti gav ne hatin avêtin. 

Heta gelek malbatên ku xwestin hestiyên xizmên xwe bigirin, ji aliyê desthilatên Tirkiyeyê ve hatin darizandin.

Wê demê leşkerekî têkildarî komkujiyê gotiye: “Piştî 33 welatî binçav kirin mehekê di govê de hatin hiştin.Devê wan hat girêdan û nehiştin biaxivin.

Leşkerekî ji Nîgdeyê Îsmaîl Çolak jî der barê bûyerê de gotibû “Gundî li erdê dirêj kiribûn. Bi fermana ‘êriş bike’ me dest bi gulebaranê kir.

Leşker Çolak di axiftinên xwe de diyar kiribû ku, Piştî komkujiyê em bi xwendina sirûda ‘Serê çiya bi duman e’ vegeriyan Seravê.”

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24