Asayîşa Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku di saet 20:39’an de, dronekê gundê Şêx Weysawa yê nêzîkî Silêmaniyê hedef girt, lê di êrîşan de tu qurbanî çênebûn.
Her wisa Asayişa Silêmaniyê, daneyên êrîşên 24 seatên dawî belav kirin û wiha hate gotin:
"Di nava 24 saetên dawî de êrîşek bi dronan di saet 15:45'an de û heft êrîşên bi dronan, di navbera saet 18:00 û 19:00'an de li ser kampa penaberan a li navçeya Koyê hatine kirin.
Şeva borî jî Fermandariya Hêza 70'î bi du dronan hatibû hedefgirtin.
Her wiha di saet 19:15 û 19:20'an de bi du dronan êrîşî ser Koyê û kampa penaberan hate kirin."