Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê Numan Kurtulmuş di vekirina nîqaşên Pêşniyara Qanûna Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2026'an de daxuyaniyek da.
Kurtulmuş, li ser pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û têkildarî xebata komîsyona meclîsê ya vê pêvajoyê rawestiya.
Derbarê qonaxên pêşerojê yên xebata komîsyonê de got:
"Ji niha şunde çi serarastkirin bên kirin, ev wê bi xebata hevpar ya partiyên siyasî yên li meclîsê ve pêk were."
"Komîsyon wê raporek pir xurt amade bike"
Serokê meclîsê destnîşankir ku li gorî rihê serdema dîrokî, di pêvajoyeke dîrokî de xebateke pir têr û tije hat meşandin û wiha domand:
"Ji bo pêşerojê, ez hêvî dikim ku ev komîsyon dê nîqaşên xwe yên gihîştî bidomîne û raporek pir xurt amade bike.
Komîsyon wê perspektîfa xwe ya giştî li ser vê mijarê pêşkêş bike û standardên demokratîk ên Tirkiyê di zûtirîn dem de ji meclîsê rê bike."
Kurtulmuş diyar kir ku ev pêvajo projeyek dewletê ye û got:
"Ez dixwazim dubare bikim ku Tirkiyeyek bê teror ne tenê di çarçoveya komîsyona ku me li meclîsê ava kiriye de ye.
Ev projeyek dewletê ye. Hemû saziyên dewletê yên pêwendîdar bi rêbazek pir rêxistinkirî erkên xwe pêk tînin da ku ev pêvajo bê pirsgirêk were meşandin û bi dawî bibe."
"Amadekirina destûreke bingehîn a nû li pêşiya me ye"
Kurtulmuş di axaftina xwe de behsa destûra nû jî kir û ev tişt gotin:
"Amadekirina destûreke bingehîn a nû yek ji berpirsiyariyên girîng ên meclisa Tirkiyeyê ye."
Hevserokên DEM Partiyê û Devlet Bahçelî hevdû silav kirin
Di heman demê de li meclîsê dema beriya rûniştandin dest pê bike, hevserokên DEM Partiyê çûn gel Devlet Bahçelî.
Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, silav dan Devlet Bahçelî û sohbetek dem kurt bi hevra kirin.