Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, têkildarî êrîşên Îranê yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de got ku 20 roj zêdetir in Îran êrîşî qadên sivîlan dike.
Her wiha hat destnîşan kir ku van êrîşan serweriya netewî ya Iraqê û pîvanên navneteweyî bi dehan caran bi awayekî eşkere binpê kirine: “Îran kampên penaberan û navendên partiyên siyasî yên Rojhilat bêyî rawestandin kirine armanc.”
Hevpeymaniya Siyasî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:
"Em bang li civaka navneteweyî, bi taybetî li DYA û hevalbendên wê yên navneteweyî dikin ku bi bikaranîna hemû rêbazên zextên dîplomatîk û siyasî li ser rejîma Îranê zêde bikin."
Hevpeymaniya Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê fi heman demê de daxwaz kir ku ji bo parastina malbat û sivîlan, pergalên parastinê werin bicihkirin û qadên niştecihbûna penaberan bi pergalên parastina asmanî werin parastin.
Di heman demê de, destnîşan kir ku divê hikûmeta Iraqê tenê bi "daxuyaniyên sembolîk" nemîne, ewlehiya jiyana van kesan dabîn bike.