11 sal di ser teqîna Hesekê re derbas dibin

Bavê du jinên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan Faris Seyd Elo got: "Em ê ti carî wê buyerê ji bîr nekin. Di wê teqînê de 2 keçên min û buka min şehîd bûn." Her wiha yek ji Komîteya Amadekar ya şahiya wê şevê Qasim Qasim jî got: "Niha dema ku dibe şeva Newrozê şewatek di dilê min de çêdibe û ew bûyer tê bîra min."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bûyerên ku piştî krîza Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê çêbûn gelek in, lê yek ji bûyerên herî girîng teqîna Hesekê bû ku di şeva Newrozê de pêk hat.

 

Di şeva 20'ê Adarê de xelkê berê xwe da pîrozbahiya Newrozê, lê di demeke kin de her tişt veguherî.

 

Ew kêfxweşî veguherî qêrîn û hewara, ji wê şevê tiştek nemaye ji bilî bîranîn û çîrokên biêş yên ku nayên jibîrkirin.

 

Di şeva Newroza sala 2015’an de, 2 wesayîdên bombebarkirî li taxa Miftî ya bajarê Hesekê ku di nav xelkên Newroza xwe pîroz dikir de, teqiyan.

 

Di encamê de 53 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn.

 

Derbarê mijarê de Faris Seyd Elo, bavê du jinên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, ji Nûçe Tv re behsa wê teqînê kir û got:

 

"Em ê ti carî wê buyerê ji bîr nekin. Di wê teqînê de 2 keçên min û buka min şehîd bûn."

 

 

Faris Seyd Elo: Em ê ti carî wê buyerê ji bîr nekin

 

 

Faris Seyd Elo diyar kir ku  xelk li hev kom bûn ji bo pîroz kirina Newrozê, piştî axaftin, mîtîng, sitran û dîlanan xelk belav bûn û wiha got:

 

"Her kes çûn mala xwe, ez li derve rawestîm, li ser rêya muftî malekê agir careke din vêxistin û kêvxweşiya xwe anîn ziman, di wê demê de zarokên me jî berê xwe dabûn wê derê."

 

 Faris da zanîn ku piştî 10 deqeyan teqînek bi hêz çêbû û wiha dirêjî da axavtina xwe:

"Me li zarokên xwe pirsî, gotin sê kes yê me çûne, 2 keçên min û bûka min jî jiyana xwe ji dest dan."

 

Faris Seyd Elo di dawiyê  wiha got:

"Dema dibe 20`ê adarê ew bûyera biêş tê bîra me , ti carî jî wê ji bîra me neçe."

 

Her wiha  yek ji Endamên Komîteya Amadekar a şahiya wê şevê, Qasim Qasim jî got: "Niha dema ku dibe şeva Newrozê şewatek di dilê min de çêdibe ew bûyer tê bîra min."

 

 

Qasim Qasim: Ne nav wan de mirim, lê her deqe dimirim

 

 

Qasim got ku dîmenên wan dîtin pir biêş bû, bi giştî cenaze û birîndar bûn, û wiha lê zêde kir:

 

"Perçeyên laş, birîndar hebûn nêzî 35 kesî dema em li nexweşxaneyê bûn, belkî ez ne di nav wan miriyan de bûm lê ez dimirim her deqe dimirim."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye