Mûçeyên hatine dayîn pêwîstiyên gel dabîn nake

Bexda piştî 3 mehan ji Hikumeta demborî ya Herêma Başûrê Kurdistanê re mûçeyê karmendan yê meha hezîranê şand. Karmend û esnafên Herêma Başûrê Kurdistanê diyarkirin ku mûçeyê hatî belavkirin bandora xwe li bazarê nake û nerazîbun nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pirsgirêkên darayî yên di navbera hikûmeta demborî ya Herêma  Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de berdewam in.

 

Pîştî 3 mehan Hikûmeta Iraqê muçeyê meha Hezîranê ji bo herêmê şand, lê karmend û esnafan diyar kirin ku mûçeyê hatî dayin pêwistiyên wan yên jiyanî pêşwazî nake.

 

Di derheqê mijarê de esnaf û karmendên heremê  ji Ajansa Rojnews re axivîn.

 

Karmendê bi navê Walî Azîz bal kişand ser parçebûna aliyên siyasî yên Kurd a li Bexdayê û got:

 

“Li nava parlamento û hikumeta Iraqê ticarî Kurd nabin yek, bi salane civînan dikin lê ev pirsgirêka mûçe nehatiye çareserkirin."

 

“Hikumeta Iraqê hertim hewl didin ku kurdan birçî bihêlin”

 

Walî Azîz da zanîn ku bi vê mûçeyê kes nikare deynên xwe bidin û ev mûçe têra wan nake û tenê 5 rojan di berîka man de namîne û rewşa xelkê gelek xirabe, hizbên desthilatdar jî ne di xema wan dene.

 

Her wiha Esnafê bi navê Raber Ebdul jî li ser heman mijarê hiwa axivî:

 

 “Mûçeyê ku hatî belavkirin, ti bandora xwe li bazarê nake, tenê karmend dikarin beşek ji deynên xwe bidin.

 

“Mûçeyê hatine dayîn bandorek erênî li ser jiyanê nake”

 

Raber Ebdul destnîşan kir ku bazar bi awayek giştî lewaz bûye. Ji ber ku her 3 meh carek mûçe tê belavkirin. Ev jî ji bo me gelek girane.

 

Esnafê bi nafê Amanc Mihemed jî dibêje; Bi dayîna mûçeyek ti tevgerek nakeve nava bazarê, eger muçeyek din were dayîn dibe ku bandorek erênî çêbibe. Niha jiyan girêdayî mûçeye, ger were dayîn wê baş bibe.”

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24