Mesrûr Barzanî serdana Elî Zeydî kir

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî kir. Mesrûr Barzanî piştgiriya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya ji bo biserketina hikûmeta Zeydî anî ziman.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî kir.

Di çarçoveya serdana Bexdayê de, Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî re civiya û ji ber wergirtina kar, pîrozbahî lê kir.

Der barê serdana Mesrûr Barzanî de Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî piştgiriya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya ji bo biserketina hikûmeta Zeydî anî ziman.

Her wiha daxwaz kir ku hikûmeta nû bêyî cudakariyê xizmeta hemû pêkhate û welatiyên Îraqê bike.

Di heman demê de tekezî bi çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan li ser bingeha destûrî û rêzgirtina statuya federal a Herêma Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî jî ji ber serdana Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman.

Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ji Mesrûr Barzanî re gotiye ku armanca wan gihîştina peymanekê ye û ev peyam da.

"Em hemû hevparên vî welatî ne û armanca me çareserkirina pirsgirêkan e.

Em dixwazin bigihêjin peymanekê û bêyî cudahî xizmeta hemû welatî û pêkhateyan bikin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye