Di derbarê vê êrîşê de, heta niha ti agahî li ser zirarên canî yên êrîşê nehatine belavkirin. Her wiha ji hêla QSDê ve jî daxuyanî nehatine belavkirin.
Li gorî amarên ku SOHR belge kirine; şaneyên DAIŞê ji destpêka sala 2025an ve li herêmên Rêveberiya Xweser 181 êrîş pêk anîne ku di nav wan de êrişên çekdarî, hedefgirtin û teqîn hene.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê dibêje ku di encama van êrîşan de 78 kes hatine kuştin, ji wan:
53 şervanên QSDê û hêzên din ên leşkerî, 13 kes sivîl, 11 çeteyên DAIŞê
û kesek jî hevkarê QSDê bûye.