Di êrîşa Îsraîlê de ya li ser başûrê Lubnanê 7 kes birîndar bûn

Di êrîşa asmanî ya Îsraîlê de ya li ser avahiyek li bajarê Nebatiye yê başûrê Lubnanê 7 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku duh êvarê Îsraîlê êrîşek asmanî li ser avahiyek li taxa Kesar Zaatar a bajarê Nebatiye pêk anî. Di encama êrîşê de li başûrê welêt 7 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê duh piştî êrîşê bi çend xulekan, eşkere kir ku wan baregeheke Hizbullahê ya li herêma Nebatiye bombebaran kiriye.

Ajansa Lubnanî dîsa duh berî êrîşa li ser Nebatiye, ragihand ku di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de ku li herêma Teyr Herma li başûrê welêt otomobîlek bombebaran kiriye û di encam de kesek hatiye kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye