Papa Leo duh li cihê teqîna wêranker a Beyrûtê ya 2020`an tevlî ayînekê bû. Her wiha 150 hezar kes bi Papayê Vatîkanê re îbadet kirin.
Papa Leo li cihê teqîna li bendera Beyrûtê îbadet Kir
Cîgirê Wezîrê Xezîneyê ya Amerîkayê John Hurley ragihand ku Îranê li gel zextên aborî û sizayên berfireh ên welatên Rojava îsal milyarek dolar alîkarî daye Hizbullaha Lubnanê.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî nuqteyên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê êrişên hewayî pêk anîne.
Evara Şemiyê, kampa penaberên Filistînî ya Şatîla ya li derdora başûrê Beyrûtê şahidiya bûyerek trajîk kir. Elio Abu Hanna yê 25 salî di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) duh ragihand ku dewriyeya wan rastî gulebarana Îsraîlê hatiye, lê ti zirar negihiştiye wan.
Li navçeya Kanîse ya deşta Akkarê ya Lubnanê, cenazeya jinekê li mala wê hate dîtin. Li gorî lêkolînên destpêkê, hate diyarkirin ku ew bi destê hevjinê xwe hatiye kuştin.
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî Neîm Qasim, bang li Erebistana Siûdî kir ku rûpelek nû bi vê partiyê re veke, da ku xalên nakok çareser bike û eniyek yekgirtî li dijî Îsraîlê ava bike.