Îsraîlê hêzên UNIFIL'ê li Lubnanê kir hedef

Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) duh ragihand ku dewriyeya wan rastî gulebarana Îsraîlê hatiye, lê ti zirar negihiştiye wan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya UNIFIL'ê, duh droneke Îsraîlê nêzîkî dewriyeyeke UNIFIL'ê li nêzî gundê Kfar Kila bûye û bombe avêtiye.

Her wiha çend kêliyan û şûnda, tankeke Îsraîlî gule ber bi hêzên aştîparêz ve reşandiye, lê ti birîndarî an zirar negihîştiye hêz an jî alavên UNIFIL'ê.

UNIFIL, van kiryaran wekî binpêkirina biryara 1701 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pênase kir û binpêkirina serweriya Lubnanê şermezar kir. UNIFIL tekez kir ku Îsraîl jiyana hêzên aştîparêz ên ku erka Konseya Ewlehiyê li başûrê Lubnanê pêk tînin, dixe xeteriyê.

Ji dema destpêkirina pevçûnên sînorî ya piştî destpêkirina şerê Xezeyê di Cotmeha 2023'an de, çend caran çeperên UNIFIL'ê bûn hedefê êrîşan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye