Komîsyona Lêpirsînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de ragihand ku serdana xwe a yekem ji bo wan civakên ku rastî tundiyê hatine, li navenda bajarê Siweyda û li gundewarê wê û li parêzgehên derdorê, temam kir.
Di daxuyaniyê de, Komisyonê eşkere kir ku piştî temamkirina serdanê, ew ji Sûriyê derket û bal kişand ser vê yekê ku heger rewş guncav be û derfet hebe, ew ê careke din jî serdana Sûriyê bike, bi taybetî ew navçeyên ku ketine ber pêla êrîşan û zirar dîtine.