Li gor televîziyona El Cezîra artêşa Îsraîlê li Xan Yûnisê malbateke bombebaran kir û di encama êrîşê de ji heman malbatê 5 kes hatin kuştin.
Dîsa heman çavkaniyê ragihand ku di êrîşa balafirên bêmirov a Îsraîlê de li ser Cebeliya El Nezla, bakurê Şerîda Xezzeyê, 2 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê eşkere kir ku ji duh sibehê ve, li Xezeyê di êrîşên artêşa Îsraîlê de 115 kes hatine kuştin.
Her wiha wezaretê diyar kir ku ji dawiya meha gulanê ve di êrîşên Îsraîlê de yên li dijî navendên belavkirina alîkariyê li Şerîda Xezeyê 922 kes hatine kuştin.