Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku roja înê wê şandeya welatê wan li Stenbolê bi şandaya Ewropî re bicive, da ku rewşa herî dawî û bernameya nukleerî ya Îranê bi hev re gotubêj bikin.
Berî 3 rojan jî, wezîrên Karên Derve yên Fransa, Brîtaniya, Almanya û berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, di peywendiyeke telefonî ya hevbeş de, wezîrê Karê Derve yê Îranê hişyar kiribûn û ji wî re gotibûn, eger Tehran venegere nav pêvajoya dan û standinan, dê careke din bi tundî Îran bê cezakirin.