Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, îro di pêwendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf re axivî.
Mesûd Pezeşkiyan got ku Îran tenê baregehên ku bingeha êrîşên li dijî Îranê ne, armanc digire.
Pezeşkiyan vê yekê di çarçoveya "mafê parastina rewa" de bi nav dike.
Serokkomarê Îranê hişyarî da ku xemsariya civaka navneteweyî ya li hember aliyên ku şeran dest pê dikin, dikare ewlehiya cîhanî bixe xeterê.
Amerîka û Îsraîlê, di roja şer a 12'an de, hê jî operasyonên leşkerî li dijî Îranê pêk tînin.