Li gor qanala Cizîrê îro sibê hêzên hewayî yên artêşa Îsraîlê Fîlîstînîyên Şerîda Xezeyê bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de 26 kes hatine kuştin. Doh êvarê jî 45 kes hatin kuştin.
Li gel van êrîşan jî danûstandinên ji bo agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de jî didomin.
Çavkaniyên Filîstînê ragihandin ku li Dohayê di navbera Îsraîl û Hemasê de danûstandinên nerasterast ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyan, mekanîzmaya ketina alîkariyan ji bo Xezeyê berdewam dike.
VEKIŞÎNA ÎSRAÎLÊ JI XEZEYÊ XALEKE NAKOK E
Dezgehên medyayî yên Îsraîlê ragihandin di danûstandinên herî dawî yên li Dohayê pêk hatine de ti pêşketin çênebûye.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku rêjeya vekişîna Îsraîlê ji Xezeyê hîn jî xalek nakok e.