Kordînatorê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, Adam Abdelmewla, di daxuyaniyekê de got: "agir bi lez belav dibe, li parêzgeha Laziqiyê bi sedan malbat neçar kirine ku ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin cihên ewle, di heman demê de deverên berfireh ên erdên çandiniyê û binesaziya girîng wêran bûne."
Adam Abdelmewla, ragihand ku tîmên NY nirxandinên lezgîn dikin da ku asta karesatê diyar bikin û pêdiviyên mirovî yên herî lezgîn destnîşan bikin."
ILHAM EHMED:TEVÎ DERFETÊN KÊM EM AMADE NE ALÎKARIYÊ BIKIN
Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ilham Ehmed li ser hesabê xwe yê X’ê di derbarê şewatên li Laziqiyê daxuyaniyek da û got:“Em bi xemgînî û fikar agirên li herêmên Beravê yên Sûriyeyê dişopînin û dilê me bi wan kesan re ye".
Her wiha Ilham Ehmed diyar kir ku tevî derfetên kêm û dorpêça li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser amade ye ku alîkariyê bike.
RÊVEBERIYA XWESER TÎMÊN AGIRKUJIYÊ DIŞÎNE LAZIQÎYÊ
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku bi armanca piştgiriya xebatên vemirandina şewatên daristanan, wê tîmên agirkujiyê bişîne Laziqiyê.
Li gorî agahiyên rayedaran wê îro tîm û seyareyên agirkujiyê, tankerên avê û alavên teknîkî yên rêgirtina li pêşiya belavbûna şewatan ji bo Laziqiyê bêne şandin.
NY:EM Ê PÊDIVIYÊN PÊWÎST ÊN MEXDÛRAN PÊŞWAZÎ BIKIN
Kordînatorê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, Adam Abdelmewla, di daxuyaniyekê de got: "agir bi lez belav dibe, li parêzgeha Laziqiyê bi sedan malbat neçar kirine ku ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin cihên ewle, di heman demê de deverên berfireh ên erdên çandiniyê û binesaziya girîng wêran bûne."
Adam Abdelmewla, ragihand ku tîmên NY nirxandinên lezgîn dikin da ku asta karesatê diyar bikin û pêdiviyên mirovî yên herî lezgîn destnîşan bikin."
Ev 3 roje daristanên lazqiye dişewitin û Koma bi navê Ensar El-Sune şewata daristanê girtibû ser xwe.