Lezgin

PJAK : Li Îranê gelê herî rêxistinkirî Kurdin

PJAK bi daxuyaniyekî da diyarkirin ku li hember êrîşan parastina gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê erkeke.

reset font size increase font size

Di şeva 13 Hezîranê de bi êrîşa Îsraîlê re di navbera Îran û Îsraîlê de şer gûr bû. Partiya jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) helwest û biryara xwe ya li hember şerê heyî û ji bo parastina gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê diyar kir.

PJAK bi daxuyaniyekî da diyarkirin ku li hember êrîşan parastina gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê erkeke. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li hember hemû êrîşên qirkirinê yên li dijî gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê sekinandin di çarçoveya parastina rewa de erk û berpirsyartiya me ye. Gereke gelên Rojhilatê Kurdistanê di bin sîwana rêxistinên demoktatîk de hevgirtin û rêxistinbûyina xwe xûrt bikin.

Rêbaza ji bo Îranê azadiyê bîne tekoşîna gelan a demokratike û şoreşa ‘jin, jiyan azadî’ ye. Li hember texrîbatên şer gereke gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rêvebêriyên herêmî û komîteyên alikariyê li gor rewşa şer rêxistin bikin.”

Gelê Kurd mafên xwe yên rewa dixwazin

Hevseroka PJAKê Peyman Viyan jî ji rojnemeya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. Peyman Viyan destnîşankir ku li Îranê gelê herî bi rêxistinkirî gelê Kurde û ji bo gelên Îranê banga xwe bi rêxistin kirina cewherî kir.

Peyman Viyan da diyarkirin ku ev şerê heyî berdewama şerê li Iraq, Lîbya û Suriyê ye û wiha domand: “Eger Îran li ber xwe bide wê şer girantir bibe. Li derveyî Îranê hemû şaxên Îranê hatin qutkirin û li hundir jî yek bi yek di asta fermandarî û rêveberiyan de tên kuştin.”

‘Paradîgma Komara Îslamî bi nakoke’

Peyman Viyan paradîgmaya Komara Îslamî ya Îranê wek faşîst û nakok pênase kir û got: “Siyasetê li gor xwe diyar dikin. Pirsgerêka aborî hem civakê hem jî dewletê tangav dike. Berdewamiya şer ya li Îranê bandoreke pir mezin a neyinî li ser gel dike. Eger rejima heyî hilweşe wê li heremê û cihanê kaoseke mezin bi xwe re bîne.”

Peyman Viyan anî ser ziman ku gelê Kurd weke ku Rejîm îddîa dike perçekirinê naxwazin, mafên xwe yên bingehîn dixwazin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Niha li Îranê gelê herî rêxistinkirî gelê Kurd e. Em di vê pêvajoyê de pir bi baldarî tevgeriyan û me helwesta xwe diyarkiriye. Ev yek hêza kurdan a siyasetê diyar dike. Aktorê herî esas ê guhertin û veguhertinê Kurd in.”

Peyman Viyan herî dawî jî got: “Derfet çi dibin bila bibin emê dest ji mafên xwe yên azadiyê bernedin. Wek Rêber Apo gotiye; ‘kurdayetî êdî heqîqeteke mîsogerkiriye, em di hindirê heqîqetê de ne û kurdbûna me heqîqeta me ye.”

Enderyarî: Em gelê xwe bê parastin nahêlin

Derbarê heman mijarê de berpirsyarê Karê Derve ya PJAKê Zegrus Enderyarî jî ji ANF re axivî û destnîşan kir: “Ev şer ji bo Îranê tê wateya kurkirina krîzê. Gelê Îranê bi salane dibin zext, ambargoyên aborî, şertên herî zehmet de jiyan dike û a niha ev şer wê barê gel pir pir zêdetir bike.”

Enderyarî balkişand ser politîkayên rejîma Îranê ku destpêkirina şer ji bo xwe wek firsendê dinirxîne. Enderyarî da diyarkirin ku rejîm hevgirtin û rêxistinkirina gel ya di pêvajoya şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ de hatibû destxistin dike armanç û dixwaze zextê li ser girtiyên siyasî, pêşengên civakê û şoreşgeran zêde bike.

Li her derê rêxistinkirina gel şerte

Enderyarî got: “Li herderê gelê me rêxistinkirî û amadeye, em di wê astê de ne ku parastina civaka xwe tevahiyê bikin. Em wek PJAK bi salane bi vê zanebunê kar dikin û xwe rêxistin dikin.”

Enderyarî herî dawî bal kişand li ser tevlîhevî û aloziya li Rojhilata Navîn jî û wiha domand: “Em ne aliyê şerin. Di Rojhilata Navîn de em ne aligirên siyaseta heyî ne. Em feraseta xeta sêyemîn diparêzin. Ji bo civaka xwe û gelên Îranê ji feraset û nakokiyên heyî xilas bikin, li ser esasê hevgirtina gelan, demokrasiya heremî ku jiyaneke hevpar ya hemû gelan dihewîne, pêşniyar dikin û em dixwazin vê pêkbînin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24