Berî çend mehan Îsraîl gef li Îranê xwar ku ger dev ji dewlemendkirina Uranyumê bernede wê êrîşekî li ser Tehranê pêk bîne. Her wiha Îranê jî ev yek red kiribû û daxuyanî dabû ku, ew dev ji dewlemendkirina Uranyumê bernade û ev mafê welatê wî ye.
Li ser van nakokiyan, Îsraîl di 13’ê vê mehê de bi navê ‘Şêrê ku Bilind Dibe’ li hember Îranê dest bi êrîşan kir. Îranê jî bi navê ‘Soza Rastîn 3’, li hember êrîşên Îsraîlê operasyona bersivdayînê da destpêkirin û heta vê kêliyê jî şer berdewame.
Artêşa Îsraîlê encamên êrîşên 7 rojan ku di navbera wan û Îranê de pêk hatiye ragihand. Li gor daneyên hatine ragihandi; Îsraîl li 40 cihên binesaziyên mûşekan û baregehên leşkerî li Tehran û bajarên din ên Îranê dane. Ji roja înê ve, Îsraîlê nêzî hezar êrîş li bajarên ku bargehên leşkerî lê hene weke Tehran, Esfahan û Kermanşahê û hwd armanc girtiye.
Katz: Sivîl gereke ji Tahranê derkevin
Wezîrê Karê Derve ya Îsraîlê Yisraîl Katz duh, dest nîşan kir ku ew bi 50 balafiran ji aliyê istîxbaratê ve, gelek êrîş li ser cihên leşkerî yên herî bihêz yên li Tehranê pêk anîn û got: “hejmareke mezin ji şêniyên Tehranê ber bi bajarên din ve direvin, berî êrîşê jî me gotibû ku divê sivîl ji Tehranê derkevin.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu roja sêşemê da xuya kirin ku heta Îran pêşketina çekên Nukleerî ranewestîne, wê êrîşên xwe berdewam bikin.
Êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan
Li gor medyaya Îranê Muxafizên Şoreşe hişyarî dane Îsraîlê ku divê şêniyên Til Avîvê bajêr vala bikin.
Her wiha Muxafizên Şoreşê eşkere kirin ku wan bi mûşeka ‘fetah1’ ku cara yekem Îran bi kar tîne, bi ser asîmana Îsraîlê ve avêtine.
Berpirsên Îranî ragihandin ku ji destpêka êrîşan de heya niha, nêzî 224 kes ku piraniya wan sivîl in hatine kuştin û nêzî hezar kes jî birîndar bûne.
Her wiha ragihandina Îsraîlê da zanîn ku di êrîşên Îranê de 24 kes mirine û 592 kes jî birîndar bûne.
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê de, ji roja destpêkê heta niha bi dehan berpirs û fermandarên giştî yên Îranê û zanyarên Nukleerî hatin kuştin. Her wiha Netenyahu eşkere kir ku ew dikarin rêberê olî yê Îranê Eyetulah Elî Xameneyî jî bikin hedef û got: “Bi kuştina Xameneyî ve, wê pevçûnên di navbera me û Îranê de rawestin.”
Li gorî daneyan Îranê di destpêka vî şerî de, bi 440 mûşekên balîstîkî û 350 balafirên bêmirov, êrîşî Îsraîlê kiriye û gelek hedef bi cih anîne.
Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku wan piranî mûşek û balafirên bêmirov yên Îranê rûxandin û bersiva êrîşan dan.
Dibe ku Amerîka jî tevlî şer bibe
Li gor rayedarên Amaerîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rê û alternatîfên şer gotiye: “Dibe ku Amerîka tevlî şerê Îsraîlê bibe, ew jî ji bo têkbirina navenda çêkirina Nukleerî ya Îranê ye.”
Her wiha Donald Trump heta niha tu biryara tevlîbûna Amerîkayê ji bo şer ranegihandiye.
Ceylan Hesen