Dewleta Îranê girtiyek li girtîgeha Sineyê bi dar ve kir

Dewleta Îranê îro jî girtiyek bi dar ve kir. Li kêleka wê jî, li du xwepêşanderên ku di xwepêşandanên girseyî yên gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatibûn girtin, cezayê bidarvekirinê hat birîn. Sipehir Emîrzade yek ji kesên ku cezayê bidarvekirinê lê hatiye birîn, ev kes hem muzîkjen e û hem xwendekarê bijîşkî ye û niha jî jiyana wî di bin metirsiya bidarvekirinê de ye. Her wiha li herêma Rojhilatê Kurdistan jî, dewletê du welatî bêyî ti belgeya qanûnî ya sûcan, girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê di nava aloziyên li herêmê de li aliyekî soza parastina gelê Îranê ji gefên Îsraîl û Amerîkayê dixwe û li aliyekî din jî rojane welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê digire û li girtîgehan wan bi dar ve dike.

Dewletê îro jî girtiyekî din bi dar ve kirin.

Rêxastina Mafê Mirovan a HRANA`yê belav kir ku serê vê sibehê, girtiyê bi navê Kafiyah Refişe yê 35 salî li girtîgeha navendî ya Sineyê hat bidarvekirin.

Îranê cezayê bidarvekirinê li bijîşk û muzîkjen Sipeher Emîrzade birî 

Her wiha dadgehên Komara Îslamî ya Îranê li ser du girtiyên din jî cezayê bidarvekirinê birî.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, girtiyê li girtîgeha Dastjerdê Sipehir Emîrzade ji hêla dadweriya Îranê ve cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.

Sipehir Emîrzade muzîkjen e û xwendekarê bijîşkî li zanîngeha Esfehanê ya Îranê bû.

Emîrzade tenê ji ber ku alîkariya bijîşkî ji bo xwepêşanderên birîndar di xwepêşandanên girseyî de kiriye, hat girtin.

Ew di 13’ê çileya 2026’an de, ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve li mala xwe li Esfehanê hat girtin.

Piştî lêpirsînê, ew ji bo Girtîgeha Dastjerdê ya li Esfehanê hat veguhastin û heta roja îro jî di girtîgehê de ye û niha jî di bin metirsiya bidarvekirinê de ye.

Her wiha xwepêşenderê bi navê  Mûhsin Takaş ku di dema xwepêşandanên çileyê de hat girtin, cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.

Dewleta Îranê li aliyekî girtîgehan bi bidarvekirina girtiyan vala dike û li aliyekî din jî pêleke berfireh a girtinê daye destpêkirin.

Dewleta Îranê du welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê girtin 

Rêxistina HANA`yê ku ew jî rêxistineke mafê mirovan e, eşkere kir ku Hadî Xwezerî ku ji bajarokê Eşnuwê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, bêyî ti belgeyên qanûnî, ji aliyê hêzên îstixbaratê yên dewletê ve hat girtin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku welatiyê bi navê Metîn Resûlî jî, ku ji herêma Pîranşehrê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewleta Îranê ve hat girtin.

Dewleta Îranê ji berê ve wekî dewleteke ku herî zêde binpêkirinên mafên mirovan li dijî welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk tîne, lê ji dema şerê digel Amerîka û Îsraîlê ve, ev kiryar zêdetir kirine.

Dewlet bi behaneya ku alîkarên Îsraîl û Amerîkayê ne, welatiyan digire û bi dar ve dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye