Ebas Eraqçî: Em amede ne bi Washingtonê re diyalogê bikin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser zext û pêkanînên berê yên Amerîkayê got ku têk çûn e. Ebas Eraqçî tekez kir ku Tehran amade ye bi şertê rêzdariya li hemberî hev û parastina serdestiya nîştimanî diyalogê bi Washingtonê re bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, zext û pêkanînên Amerîkayê yên li ser welatê wê bi "senaryoyên dubare" bi nav kir û wiha got:

"Zext û pêkanînên berê yên Amerîkayê negihiştin serî."

Ebas Eraqçî diyar kir ku Tehran amade ye bi Washingtonê re diyalogê bike, lê bi şertê ku li ser rêzdariya li hemberî hev, edalet û parastina serdestiya nîştimanî be.

Her wiha Eraqçî eşkere kir ku Îran ji dorpêça aborî natirse.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di dawiyê de destnîşan kir ku vegera li siyaseta gefxwarin û zextê wê helwesta Tehranê wê nede guhertin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye