Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê hikumeta veguhêz yê Sûriyê Esed Şeybanî û serokê Mossadê yê Îsraîlê Roman Gofman amade bûn.
Malperê diyar kir ku navaroka civînê rêbazên aramkirina aloziyan û pêşîgirtina li rageşiya di navbera Şam û Tel Avîvê de bû.
Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê der barê civînê de tu parvekirin nekir.
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê hikumeta veguhêz ê Sûriyê Esed Şeybanî jî bersiva pirsa Axiosê neda.