Ji ber belavbûna nexweşiyê Îraq kirîna sewalan ji Sûriyê rawestand

Wezareta Çandiniyê ya Îraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew anîna sewalan a ji Sûriyê bo Îraq û Welatên Kendavê radiwestînin.Wezaretê diyar kir ku ji ber belavbûna Nexweşiyê di nava Sewalên Sûriyê de ev tedbîra parastinê hatiye girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber belavbûna bi lez a nexweşiya Taya Sewalan anku Nexweşiya Dev û Lingan, metirsiya li ser Sewalan zêde dibe.

Wezareta Çandiniyê ya Îraqê ji ber belavbûna Nexweşiyê û rêgiriya li ber wê Hawirdekirina Sewalan ji Sûriyê bi awayekî demikî rawestand.

Wezareta Çandiniyê ya Îraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew anîna sewalan a ji Sûriyê bo Îraq û Welatên Kendavê radiwestînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rawestandina Hawirdekirina Sewalan tedbîreke xweparastinê ya demkî ye.

Wezaretê tekez kir ku biryar li ser bingeha raporên fermî, pergala çavdêriya nexweşiyan û şopandina rewşa tendurustiyê ya welatên cîran hatiye girtin.

Wezaretê da zanîn ku sedema vê biryara lezgîn, parastina sewalên navxweyî û rêgirtina li ber belavbûna nexweşiyên pandemîk e.

Wezaretê di daxuyaniyê de got ku tedbîrên tenduristî û vêtîneriyê bi tundî û bêyî cudahî ji bo hemû welatan tên sepandin.

Bi belavbûna nexweşiyan di nava Sewalan de yekser metirsiyê li ser daketina Nirxê kirîn û firotina wan dike.

Daketina nirxê Sewalan jî barê Xwediyên Sewalan girantir dike û debara jiyana wan jî dixe metirsiyê.

Bi hatina Cejna Qurbanê re ku yek ji rêûresmên wê yên sereke serjêkirina Qurbaniyan ne, ev yek metirsiya kirîna Sewalên nexweş zêde kiriye.

Bi nekontrolkirina Sewalan beriya kirînê re jî, metirsiya veguhestina nexweşiyê bo mirovan jî zêde dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye