Welatiyên Miks û Wanê ji ber girtina rê di metirsiyê de ne

Em di demsala Havînê de ne, lê li Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêya navçeya Miks a Wanê ev 7 meh in girtiye.Rayedarên Karên Rêyên Bejahiyê, piştî 7 mehan ji girtina rê, nû dest bi xebatên paqijkirina berfê kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêya di navbera navçeya Miks û Wanê de, ji ber berfa zêde û şert û mercên ne guncaw, ev 7 meh in girtiye.

Xelkên herême destnîşan dikin ku ev pirsgirêk bi salan nehatiye çareserkirin û saziyên dewletê ji bo vê pirsgirêkê gav navêjin.

Ev rewş ji aliyê rayedaran ve jî bi hinceta “berf û metirsiya aşûtê” tê rewakirin, û welatiyan mexdûr dike.

Ji ber ku rêya sereke ya Miksê ev 7 meh in nayê vekirin, têkiliya rasterast a navçeyê ya bi Wanê re qut bûye.

Welatiyên ku nexweş in an jî ji bo pêdiviyên xwe yên lezgîn divê biçin navenda Wanê neçar dimînin ku rêyeke dirêj û zehmet bi kar bînin.

Bi taybetî ev rê 6 saetan dom dike, ji bo nexweşan hem dibe êşkence hem jî jiyana welatiyan dixe di metirsiyê de.

Welatî ji Miksê derdikevin, diçin navçeya Xîzan a Bedlîsê û ji Bedlîsê berê xwe didin Wanê.

Ev rêya alternatîf a ku bi qasî 250 kîlometreyan dirêj e, hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê dem û ewlehiya jiyanê ve mexdûriyeteke mezin diafirîne.

Welatiyên ku di nava qeyrana aborî de dijîn, ji ber vê rêya dirêj xercên zêde yên sotemenî û rêwîtiyê jî didin.

"Hewldanên rayedaran metirsiya welatiyan a 7 mehan ji holê ranake"

Rayedarên Karên Rêyên Bejahiyê, piştî 7 mehan nû dest bi xebatên paqijkirina berfê kirine.

Tîmên ku ji ber metirsiya aşûtê tenê bi şev û bi projektoran dixebitin, hewl didin ku berfa ku stûriya wê gihîştiye 4-6 metreyan paqij bikin.

Lê belê ev destwerdana derengmayî, metirsiya welatiyan a 7 mehan ji holê ranake.

Welatiyên ku ji bo vê rewşê gazincan dikin, bi derfetên xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye