Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîş ji aliyê rojavayê çemê Firatê bi guleya RPG`ê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku endamên QSD’ê bersiva jêdera êrîşê da û xebatên lêgerînê li êrîşkaran û tesbîtkirina nasnameya wan didomînin.
Çavkaniyên leşkerî jî da zanîn ku QSD’ê ji bo parastina şêniyan û rê li ber binpêkirinên nû bigirin, tevgera xwe ya ewlehî û leşkerî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê zêde kirine û hin nuqteyên din jî danîne.
QSD’ê diyar kir ku bêdengî serwer e û ragihand ku ew ji bo parastina şêniyan her tim di amadekariyê de ne.