Rêveberiya Xweser a Şengalê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

Rêvebiriya Xweser a Şengalê êrîşên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuiyaniyekê şermezar kir û piştgiriya xwe ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re anî ziman.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Daxuyanî li navenda bajarê Şengalê li ber avahiya Meclisa Gel bi tevlîbûna endam û rêveberiyên saziyan, hate dayîn.

Di daxuyaniyê de, berxwedana gel hat silavkirin û piştgiriya xwe ji xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re anîn ziman.

Daxuiyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê, Nayif Şemo ve hat dayîn û ev hat gotin: “Em Hikûmeta Colanî şermezar dikin.”

 Hikûmeta Colanî di destpêkê de êrişî Êzîdiyan kir, piştre Duruzî û Elewî û niha jî êrîşî ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dikin. Em van êrişan şermezar dikin, em bang li gelê xwe yê Rojava dikin û dibêjin em bi dil û can piştgiriya we dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye