Taxên Kurdan ên li Helebê ji bo ku parastina xwe bikin li hember her êrîşan rawestiyan û li ber xwe dan. 300 Şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û di nav de gelê Taxê li hember êrîşên du dewletan Seki...
Eşrefiyê û Şêxmeqsûd 2 tax li hember 2 dewletan
Ji ber ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, rêveberiya taxan ji bo 13 dibistanan navber da perwerdeyê. Her wiha dorpêça Hêzên Hikumeta Veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam e.
Endamên hêzên Hikûmeta Veguhêz careke din bendên kontrolê daniye derdora her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Tevî ku dorpêça ji aliyê Hikûmeta Veguhêz û komên girêdayî wê li ser her du taxên Helebê yên Kurd didome jî şaredariyê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê karê xwe ranewestandiye.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê binpêkirin berdewam dikin û careke din ji aliyê Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ve 2 ciwanên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin revandin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz binpêkirineke nû pêk anî û xaleke leşkerî ya nû li derdora Şêxmeqsûdê ava kir.
Îro dorpêça li ser her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rabû û şêniyan diyar kirin ku rêyên çûn û hatinê yên her du taxan, hatin vekirin.