Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro biryarnameyek derxist. Li gorî biryarnameyê, 13 dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û dibistanên hevbeş ên Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz dê heya piştî sersalê neyên vekirin.
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 13 dibistan hene. 3 jê girêdayî Rêveberiya Xweser in û 10 jî yên hevbeş ên hikûmeta veguhêz û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ne. Derdora 25 hezar xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî li van dibistanan dixwînin.
Komîteya Perwerde û Civaka Demokratîk a Helebê, li ser bingeha nirxandina komîteyên çavdêriyê yên li ser bandorên dorpêçê, bi şêwirmendiya Yekitiya Mamosteyan û Yekitiya Xwendekaran ên her du taxan, îxtîmala dirêjkirina girtina dibistanan heya piştî 4’ê Çileya 2026’an dinirxîne.