Konseya ewlehiyê naskirina Somalîlandê nîqaş kir

Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî di civîna xwe de mijara naskirina Somalîlandê ya ji aliyê Îsraîlê ve nîqaş kir. Ti dewletekî piştgirîya biryara Îsraîlê nekir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dengvedana naskirina Somalîlandê wekî dewletek serbixwe ji aliyê Îsraîlê ve didome.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî duh êvarê ji bo nîqaşkirina vê mijarê civiya.

Cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Xalid  Xeyarî ji bo dîyalogeke aşîtîyane bang li aliyan kir.

Xeyarî dîyarkir welatên Erebî û Afrîkayê jî di nav de, 20 welatan bi daxuyaniyeke hevbeş venasîna Somalilandê red kir.

Nûnerê Somaliyê jî naskirina Somalîlandê wek binpêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî û qanûnên navneteweyî pênase kir.

Got biryara Îsrailê gefê li aştî û ewlehiyê dixwe.

Nûnerê Brîtanyayê jî got welatê wî Somalîlandê nas nake.

Nûnerê DYA’yê jî diyar kir ku wan Somalîlandê nasnekiriye û siyaseta wan nehatîye guhertin.

Di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de nûnerê Îsraîlê parastina birayra welatê xwe kir.

Komkara Erebî naskirina Somalîlandê wek gefeke li ser ewlehiya herêmê bi nav kir û daxwaza betalkirinê kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye