Şerê Rûsya û Ûkraynayê ji sala 2022yan ve berdewam e, herî dawiyê jî 21 kes hatine kuştin.
Kîevê eşkere kir ku Moskovê di êrîşên dronî yên li ser navendên çandî yên herêma Luhanskê ya rojhilatê Ûkraynayê de, mûşekên balîstîk ên Oreshnik bikar anîne, di encamê de 21 kes mirin û zêdetirî 40 kesî jî birîndar bûye.
Ji aliyekî din ve Rayedarên herêmî yên Rûsyayê diyar kirin ku hêzên Ûkraynayê herêma Belgorod û Bryanskê yên Rûsyayê kirin hedef, di encamê de 2 kes hatine kuştin.
Rayedarên Ûkraynayê jî ragihandin ku Rûsya ji duh bi şev heya serê vê sibehê ve, paytexta Ûkraynayê û hinek herêmên dîtir bombebaran kiriye.
Rayedaran dan zanîn ku di şer de 4 kes hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûne.
Ji destpêka şerê li Rojhilata Navîn ve, dan û standinên bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo bidawîanîna li şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, bê encam dimînin.
Her wiha şerê Rûsya û Ûkraynayê ji sala 2022'yan dest pê kiriye û heyanî niha berdewam dike.
Di encama şer de, ji her du aliyan ve, mirov birîndar dibin û têne kuştin.