Şerê Ukrayna û Rusyayê bi dijwarî dewam dike.
Hêzên Ûkraynayê roja Înê bi şev bi dronan êrişî Rûsyayê kir.
Çavkaniyên ji Rûsyayê roja Şemiyê piştrast kirin ku li nêzîkî Saint Petersburgê li bakurê rojavayê Rûsyayê, agir bi yek ji mezintirîn sefîneke petrolê yên Rûsyayê ket.
Balafirgehên Kaluga, Volgograd û Saratovê yên Rûsyayê bêyî ku sedemên taybetî bidin, demkî ji bo êrîşên muhtemel ên bi dronan hatin rawestandin.
Roja Înê derengiya şevê Bajarê Zaporizhzhia û derdora wê bi bombeyan hatin armanc girtin.
Rayedarên Ûkraynayê ragihandin ku Rûsyayê bi dronan rêze êriş pêk anîn.
Artêşa Rûsyayê êrişî trêneke rêwiyan kir
Rûsyayê bi dronekê li trênê rêwiyan a stasyoneke herêma Sumy ya bakurê Ûkraynayê xist û bi dehan kes birîndar kirin.
Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî got ku balafireke bê mirov a Rûsî roja Şemiyê êrîşî stasyona trênê kir.
Ev êriş di demeke ku Moskovayê êrîşên xwe yên li ser torên rêhesin û elektrîkê yên Ûkraynayê, zêde kiriye de pêk hat.
Artêşa Rûsyayê diyar kir ku wan bi çekên pêşketî êrîşên dijwar li dijî navenda pîşesaziya leşkerî ya Ûkraynayê û binesaziya gaz û enerjiyê ya ku piştgiriyê dide operasyonên wê pêk anîne.
Zelensk anî ziman ku di êrîşa Stasyona Shostka ya trênê de, herî kêm kesek mir û 30 kes jî birîndar bûn.
Hêzên Ûkraynayê roja înê ragihandibûn ku Rûsyayê bi dron û mûşekan êrîşî tesîsên enerjiyê yên Ûkraynayê li çend herêman kiriye.
Êrîşên sereke li herêma Poltava ya navenda Ûkraynayê û Xarkîvê li rojhilat qewimîn.