Senatorê Graham, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hişyar kir

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham got: "Em alîgiriyê û piştgiriyê tam dide serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê senator Jim Risch ji bo aramiya li ser Sûriyê." û li dijî binpêkirinê mafê mirovan hişyarî da Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham li ser platforma xwe ya Xˊê got: "Em alîgiriyê û piştgiriyê tam dide serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê senator Jim Risch ji bo aramiya li ser Sûriyê." Graham diyar kir ku "Hikûmeta nû ya Sûriyê dê di bin çavdêriyê de be û her binpêkirina mafên mirovan li dijî hindikahiyan dê neyê efûkirin."

Graham fikarên xwe yên kûr li ser "raporên pêbawer" ên bi nav kiriye, nîşan da ku hêzên hikûmeta veguhêz bi hevkariya Tirkiyê, dibe ku bi awayekî leşkerî li dijî hêzên hevalbendên Amerîkayê pêşve biçin, û destnîşan kir ku gaveke wisa dikare "bersiveke tund" ji Washingtonê bê dayîn.

Senatorê diyar kir ku her çend ew piştgirî dide dayîna firsetekê ji hikumeta demkî re, ew ê tu êrişek ku wî wekî "bêserûber" li dijî hevalbendên Kurd bi nav kir, qebûl neke yan jî efû neke. Graham anî ziman ku Kurd di têkbirina Xîlafeta DAIŞˊê de hêzek sereke bûn.

Graham peyamek rasterast ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Tirkiyê re şand û got: "Bi aqilane hilbijêrin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye