Li Qazaxistanê hillbijartinên pêşwext tên lidarxistin.
Qazaxistan, dewleteke li Asyaya Navîn e, hilberînereke mezin a enerjî û madenan e.
Qazaxistan xwedî 20 milyon niştecih e, lê tenê nêzîkî 12.6 milyon xwedî mafê dengdanê ne.
Welêt di adarê de destûreke nû pejirand ku mecilîsa Rûspiyan betal kir û li şûna wê parlementoyeke yekodeyî ava kir.
Karbidest dibêjin ku ev guhertin giraniya parlamentoyê di pêvajoya biryardanê de zêdetir dike.
Di destûra nû de serokkomar dikare 7 salan bibe namzet
Meha borî, Dadgeha Bilind a Qazaxistanê ragihand ku destûra nû rê dide Serokkomarê Tokayev ku di sala 2019an de dest bi kar kir, heft salên din jî bibe namzet.
Anketên raya giştî nîşan didin ku piraniya dengan dê biçin Partiya Dadmendiyê ku partiyeke alîgirê Tokayev ku beriya çend mehan hate damezrandin.
Kassim Jomart Kimiloviç Tokaev serokkomarê niha ya Qazaxistanê ye û her wiha namzete jî.
Çend partiyên muxalefetê jî beşdarî hilbijartinê dibin, bi gelemperî ew wekî dilsozên Tokayev têne dîtin.
Tokayev yekem serokê hilbijartî ye ku cihê serokê yekem ê welêt, Nursultan Nazarbayev digire.
Piştî pêla aloziyên sala 2022an, Tokayev wekî hewldaneke darbeyê ji aliyê hevalbendên Nazarbayev ve bi nav kir, di navbera wan de nakokiyek derket.
Her çend Qazaxistan hevalbendê Rûsyayê be û têkiliyên wê yên nêzîk bi Çînê re jî hene.
Lê ji ber cihê wê yê stratejîk di navbera Ewropa û Asyayê de, ew dibe hevkarekî girîng ji bo Yekîtiya Ewropayê.