Serokê Amerîkayê Donald Trump her daxuyaniyên tund li dijî Îranê dide.
Donald Trump duh anî ziman ku asta duyem a serokên Îraniyan ji holê rabûye û got:
“Pirsgirêka herî mezin a ku ez pê re rû bi rû me ew e ku kes nizane kî Îranê bi rê ve dibe.”
Serokê DYA`yê di demên dawî de ev gotin hema hema her roj dubare dike.
Her wiha Trump diyar kir ku pêdiviya Dewletên Yekbûyî bi petrola Îranê nîne.
Donald Trump destnîşan kir ku piştî bidawîbûna "şerê Îranê" dê bihayên petrolê dakevin.
Trump: Pêdiviya me bi petrola Îranê nîne
Wî bal kişand ser wê yekê ku Wezîrê Petrolê yê Îranê ji postê xwe veqetiyaye û anî ziman ku ti aborî, petrol an jî tiştekî din ê wan nemaye.
Trump tekez kir ku Tengava Hormuzê niha di bin kontrola tam a hêzên deryayî yên DYAyê de ye û got:
“Tengava Hormuzê ya Hêza Deryayî ya DYAyê û Dewletên Yekbûyî ye; rastiya rewşê niha ev e.
Lêbelê, pêdiviya me bi petrola wan nîne.
Pêdiviya kesên din bi petrola wan heye.”
Ismaîl Beqayî: Amerîkî baş dizanin kî Îranê bi rê ve dibe
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ismaîl Beqayî jî bersiva Trump da.
Ismaîl Beqayî anî ziman ku Amerîka baş dizane kî Îranê bi rê ve dibe.