Cûntaya Myanmarê êrîş bir ser nexweşxaneyekê

Myanmarê êrîşeke hewayî bir ser hedefên nexweşxaneyeke li rojavayê welêt Di êrişê de 30 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şahidekî bûyerê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike got: 

"Dema ku ez gihîştim, nexweşxane dişewitî. 

Li her derê cenaze û birîndar hebûn."

Ji ber êrîşê 30 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn

Berdevkê artêşa arakanê ku li dijî cûntaya Myanmarê şer dikin, got ku nexweşxane di derengya şevê de hatîye bombebarankirin. 

Hate diyarkirin ku ji ber operasyonên rizgarkirinê berdewam dikin dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Heta niha ji aliyê hikumeta Myanmarê ve ti daxuyanî ne hatiye danîn.

Alozîya Myanmarê ji dema derbeya leşkerî ya sala 2021an û vir ve berdewam dike. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye