Khawaja Asif destpêkirina şerekî berfireh bi Afganistanê re red kir û diyar kir ku şandeya Pakistanê di dema danûstandinan de ji bo parastina agirbesta di navbera her du welatan de ji Talîbanê garantî xwestiye.
Her wiha Asif eşkere kir ku Talîbanê danûstandin têk birine û tekez kir ku eger Afganistan bi Hindistanê re hevkariyê bike,ew ê bersiv bidin.
hawaja Asif li ser rewşa Xezeyê jî got: " Pakistan bi hêviye rewşa li Xezeyê normal bibe û em piştgiryê dide biryara bêçekkirina Hamasê.
beriya çend rojan bi navbenkariya Tirkiyê danûstandin di navbera Pakistan û Afganistan de çê bû lê ne gihaştin tu çareseriyê.
Heriyî dawiyê jî, hate ragihandin ku ew ê dest bi danûstandinên nû bikin.