Trump biryara FED'ê ya ji bo faîzê rexne kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump rexne li Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) kir ku faîz bi têra xwe kêm nekiriye û got: "Diviyabû kêmkirin herî kêm du qatan zêdetir bûya."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Donald Trump biryara kêmkirina 25 puanan a faîza polîtîkayê ya FED'ê kêm dît û rexne kir.

Trump li Koşka Spî di civîneke li gel karsazan de, dîsa Serokê Banka Navendî Jerome Powell rexne kir û îdia kir ku tevî şert û mercan Powell gavên pêwîst neavêtine.

Trump behsa biryara kêmkirina faîzê kir û got: "Diviyabû herî kêm du qat zêdetir bûya."

Di civînê de hat bibîrxistin ku dema wezîfeyê ya Jerome Powell meha Gulanê ya 2026'an diqede.

FED'ê piştî civîna dawî ya Komîteya Bazara Vekirî ya Federal (FOMC) a salê, rêjeya faîza polîtîkayê bi 25 puanan kêm kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye