Li Japonyayê erdhejek bi pileya 6.9 qewimî

Erdhejeke bi pileya 6.7 li bakurê rojhilatê Japonyayê hejand û hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Erdhejeke nû li Girava Honşû ya Japonyayê bi pileya 6.9 qewimî.

Navenda vê erdheja mezin 20 km dûrî parêzgeha Aomorîyê bû.

Rêveberîya japon ragihand, di erdhejê de 20 kes birîndar bûn e.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê jî hişyariya tsûnamiyê da û got, dibe ku pêlên behrê mitreyekê bilind bibe.

Loma jî rêveberî fermana tehliyekirina zêdetirî 100 hezar kesan dan.

Şîrketa Hêza Nukleerî ragihand ku ti nîşanên zirara tesîsên nukleerî yên li herêmê tune ne.

Li Japonya çend roj berê jî erdhejeke bi hêza 7.5 çêbûbû.

Di erdhejê de 51 kes birîndar bûbûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye