Êrîşên Îsraîlê li ser Xezeyê berdewam dikin, îro jî bi riya êrîşeke asîmanî li ser Xan Yûnisê gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin.
Di Êrîşeke Îsraîlê De Li Xezeyê 12 Kes Hatin Kuştin
Di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de li ser avahiyeke niştecihbûnê ya nêzîkî Xan Yûnis li başûrê Xezeyê, 12 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.
Êrîş piştî wê yekê hat ku artêşa Îsraîlê duh ragihand, da ku alîkariya mirovî bigihîje sivîlan, ew ê çalakiyên leşkerî li hin deverên Xezeyê ji bo 10 demjimêran di rojê de rawestîne.
Artêşa Îsraîlê got ku agirbest ji bo deverên ku hêzên Îsraîlê lê nînin derbas dibe. Ev dever El-Mewasî li başûr-rojava, Deyr el-Belah li navenda Xezeyê û bajarê Xezeyê li bakur in.
Îsraîlê hem wextî ji bo ketina alîkariyên mirovî bo Xezeyê, êrîşên xwe kêm kiriye, îro hat eşkerekirin ku Îsraîlê plana avakirina bajarekî mirovî li Refahê rawestandiye.
"ÎSRAÎLÊ AVAKIRINA BAJAREKÎ MIROVÎ LI REFAHÊ RAWESTANDIYE"
Rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronoth jî ragihand ku Îsraîlê plana avakirina bajarekî mirovî li Refahê, li başûrê Xezeyê, rawestandiye.
Rojnameyê eşkere kir ku ji bo hejmara kamyonên alîkariyên mirovî yên ku dikevin Xezeyê du qat zêde bibe, wê hejmara rojane bigihêje 150 kamyonan.
Her wiha duh jî hejmareke kamyonên alîkariyê derbasî Xezeyê bûn û Îsraîlê gavek ji bo vekirina korîdorên mirovî avêt.
DUH 73 KAMYONÊN ALÎKARIYÊ DERBASÎ XEZEYÊ BÛNE
Nivîsgeha medyayê ya hikûmetê li Xezeyê jî duh got ku 73 kamyonên alîkariyê derbasî bakur û başûrê Xezeyê bûne.
Ji aliyê xwe ve, Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filîstînî (UNRWA) agirbesta mirovî ya duh li Xezeyê û sivikkirina potansiyel a qedexeyên li ser ketina alîkariyên mirovî bo Xezeyê erênî pêşwazî kir.
Her wiha artêşa Îsraîlê duh bi şev ragihand ku dê alîkariyên mirovî yên ji asîman bo Xazeyê ji nû ve werin avêtin û korîdorên mirovî werin vekirin, da ku karwanên Neteweyên Yekbûyî yên ku xwarin û dermanan digihînin niştecihên Xezeyê, rêyeke ewle ji bo wan were peydakirin.