Serokê Madagaskarê Andry Rajoelina, ragihand ku Hewldanek ji bo desteserkirina desthilatdariyê bi awayekî neqanûnî û bi zorê di rê de ye, ev yek jî, li dijî Destûra Bingehîn û prensîbên demokratîk e.
Li aliyeke din, yekîneya CABSAT (Kompanyaya Karmendan, Xizmetên Îdarî û Teknîkî) roja Şemiyê, tevlî bi hezaran xwepêşanderan li navenda paytext bû.
Endamên CABSATê destnîşan kirin ku ji niha û pê ve, hemû fermanên artêşa Madagaskarê, çi bejahî, çi hewayî, çi jî deryayî, wê ji baregeha CABSATê werin dayîn.