Karesata şewatê li Cezayîrê: 12 kes mirin û zêdetirî 150 agir derketin.

Ji ber pêleke dijwar a germê li Cezayîrê zêdetirî 150 şewatên daristanan derketin. Di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 54 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Navxweyî yê Cezayîrê Seîd Seyûd ragihand ku li herêmên rojhilatê welat ji ber şewatê 12 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî zanyariyan, 5 kesan li Cîcel, 4 kesan li Bicaye û 3 kesan jî li Tîzî Wezu jiyana xwe ji dest daye. Seyûd li Nexweşxaneya Sûq El-İstnîn a li Bicayeyê  serdana birîndar kir û diyar kir ku rewşa 6 birîndaran giran e.

Hêzên Parastina Sivîl di nava rojekê de 154 şewat li seranserê welat qeyd kirin. Ji van şewatan 36 jê li parêzgeha Bicayeyê derketin û 18 jê hatin kontrolkirin. Li gorî daxuyaniya wezîr, xebatên vemirandinê li 18 herêmên Bicayeyê û 12 şaredariyên Cîcelê berdewam dikin.

Li aliyê din, tîmên hawarçûnê şewatên li parêzgehên Skîkda, El-Tarf, El-Buwêra, Tîzî Wezu û Tebesayê bi temamî vemirandin. Ji ber nêzîkbûna agir ji navendên niştecihbûnê, rayedaran bi dehan mal vala kirin. Ev karesat di demekê de rû dide ku Cezayîr û welatên Bakurê Afrîkayê di bin bandora pêleke germê ya awarte de ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye