Trump: Ti dan û standin bi komara Îslamî re nehatiye kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump û rayedarên Îran rojane bi daxuyaniyan gefan li hev dixwin. Donald Trump dibêje ew ji ramana ragihandina Tengava Hurmizê wekî beşek ji xaka Amerîkayê hez dike. Cîgirê Wezîrê Îranê Xerîbabadî jî daxuyaniyên Trump û nexşeya wî wekî "xeyal" bi nav dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nakokiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê didome.

Duh serokyê DYA ragihandin ku dan û stendin di navbera wan û Îranê de heye, lê îro daxuyaniyek bi nakok carek din dide.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Tora Civakî peyamek belavkir û got:

"Ti dan û standin an gotûbêj bi Komara Îslamî re nehatiye kirin.

Tengava Hurmizê jî vekirî û çalake û hemî mayînên deryayî hatine berhevkirin an teqandin."

Li gorî Fox News Donald Trump li ofîsa Oval a Qesra Spî ji rojnamevanan re got ku ew ji ramana ragihandina Tengava Hurmizê wekî beşek ji xaka xwe hez dike. 

Trump: Îran di rewşek pir xirab de ye

Trump anî ziman ku ew bi mîlyonan bermîl petrol ji Tengava Hurmizê derdixin dema ku bendergehên Îranê di bin dorpêçê de ne û got:

"Îran di rewşek pir xirab de ye. Enflasyona wan ji sedî 300 e.

Welat di nav tevliheviyê de ye û artêşa Îranê bi tevahî têk çûye."

Serokê Amerîkayê wêneyek ku nexşeyek Tengava Hurmizê û beşên Îran, Kendava Faris û Deryaya Omanê nîşan dide belavkir.

Li jorê wêneyê hevoka "Xaka Nû ya Amerîkayê" heye û herêma Tengava Hurmizê hatiye nîşankirin.

Li binê wêneyê hevoka "Tengava Hormuzê" bi tîpên qalind heye.

Xerîbabadî: Di demek nêzîk de, xeyala Trump dê were rastkirin 

Li ser vê wêneyê Cîgirê Wezîrê Karûbarên Hiqûqî û Karûbarên Navneteweyî yê Komara Îslamî ya Îranê Xerîbabadî bertek nîşanî Trump da.

Xerîbabadî ev tişt anî ziman:

"Di demek nêzîk de, xeyala Trump a li ser Tengava Hormuzê dê were rastkirin an jî em ê xeyalên wî rast bikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye