Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku îro balafireke leşkerî ya Tu-95 a Rûsyayê li herêma Amur a rojhilata Rûsyayê ket xwarê.
Ajansa nûçeyan a Rûsyayê (TASS) ku agahiyên xwe dispêre wezaretê îşaret pê kir ku balafir di dema firîna perwerdehiyê de ketiye xwarê.
Li gorî heman çavkaniyê balafir li devereke vala ango cihekî ku mirov lê tunene ketiye xwarê.
Li gorî agahiyên destpêkê 6 endamên tîmê mirine, di heman demê de kesek jî birîndar bûye û ew rakirine navendeke tenduristiyê.