Li Perûyê serokê 9'emîn tê hilbijartin

Li Perûyê gel, di nava krîza siyasî û atmosfera bê baweriyê de ji bo hilbijartina serokê dewletê yê nû dengê xwe didin. Di hilbijartina ku 35 namzed tê de hevrikiyê de dikin, tûra duyemîn hema hema wekî teqez tê dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Perû welatekî serbixwe ye ku li Amerîkaya Başûr e. Niha li Perûyê hilbijartina serokê dewletê di rojevê de ye.

Nêzî 27 mîlyon hilbijêr, ji bo diyarkirina serokê dewletê û endamên parlamenê çûn ser sindoqan.

Li gorî rapirsan, di hilbijartina ku 35 namzed tê de ne, ti kes ji %15'an derbas nabe, ev yek jî nîşan dide ku gera duyemîn a di 7'ê Pûşperê de hema hema neçarî ye.

Bi vê hilbijartinê re, li Perûyê ji sala 1990'î û vir ve cara yekem e ku vegera ser parlamena du-parlamenî jî pêk tê.

Di 10 salên dawî de li Perûyê zêdetirî 8 serokan erk girt û piraniya wan ji erkê hatin dûrxistin.

Ev rewş bû sedem ku baweriya li hemberî pergala siyasî bi awayekî cidî biheje.

Li gorî rapirsan, piraniya gel baweriya xwe bi hikûmet û parlamenê nîn e.

Skandalên gendeliyê û tawanbariyên li dijî siyasetmedaran jî bandorê li atmosfera hilbijartinê dike.

Mijara herî girîng a rojeva hilbijêran, zêdebûna rêjeya sûcan e. Di salên dawî de bûyerên kuştin û diziyê zêde bûne û ev rewş di kampaniyan de diyarker bû.

Di nav namzetan de her çend siyasetmedara rastgir Keiko Fujimori, komedyen Carlos Álvarez û navên din ên bihêz derkevin pêş jî, hevrikî pir parçebûyî xuya dike.

Li gorî pisporan, hilbijartin wê diyar bike ka Perû dikare ji bê îstîqrariya siyasî ya ku demeke dirêj e berdewam dike rizgar bibe yan na?

Lê belê tabloya parçebûyî û baweriya siyasî ya qels nîşan dide ku dibe di dema piştî hilbijartinê de jî nezelalî berdewam bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye