Li bajarê Durban ê ku li rojhilatê Efrîkaya Başûr e, êrişeke çekdarî ya bi xwîn pêk hat. Li gorî daxuyaniya Serokwezîrê eyaleta KwaZulu-Natalê Thamsanqa Ntuli, qurbanî şeva Sêşemê derdora saet 23:00'an de li malekê civiyabûn.
Di wê navberê de du kesên çekdar bi zorê ketin hundir, hemû kes di odeyekê de civandin û gule li wan reşandin. Di encamê de 11 kesî jiyana xwe ji dest da ku yek ji wan jineke ducanî bû. Her wiha hate ragihandin ku êrişkarên nenas piştî komkujiyê agir berdan wesayîta yek ji qurbaniyan.
Heta niha sedema fermî ya vê êrişê nehatiye zelalkirin. Li Efrîkaya Başûr ku nifûsa wê nêzî 62 milyon e, ji ber şerê çeteyan û pirsgirêkên aboriyê rojane derdora 60 kes di rûdanên weha de jiyana xwe ji dest didin.